Sê jê Afgan û Çînî bi giştî 48 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Sê jê Afgan û Çînî bi giştî 48 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hate hînbûn ku di operasyonên li herêma Balad a girêdayî bajarê Selahaddînê yê Iraqê de, 48 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Di agahdarkirina hêzên ewlehiya Selahaddînê de  hat gotin ku roja Înê li herêma Balad li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona paqijiyê hatiye kirin û sê jê Afgan û Çînî bi giştî 48 terorîst hatine kuştin.

Televîzyona Al Sumarîa ya hêzên ewlehiya Iraqê wek çavkanî nîşan da, diyar kir li Tel Balad artêşa Iraqê bi tankên Brahms operasyon li dar xistine û her wiha dildarê Şîî jî piştgirî dane operasyonê. Di operasyona ku 80 km ji Tîkrîtê dûr pêk hat, gelek cebilxaneyên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê û wesayîtên leşkerî hatine desteserkirin. Di operasyonê de sê jê ji Afganîstan û Çînê bi giştî 48 çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin.