Saziyên li Ewropayê: Em jî tevlî boykotê dibin

Kampanya li Ewropayê ya ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan bi berfirehî dewam dike.

Li gorî hêzên demokrasiyê, yek ji rêyên herî bi bandor ên ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd, aborî ye. Lewma ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan bangê dikin.

Gelek partî, komele û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê, ev demeke kampanya boykotê dimeşînin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku yek ji rêyên herî xurt ên pêşîgirtina li bê edaletî û bêhiqûqiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, qelskirina hêza wê ya aboriyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em pê zanin ku çavkaniyên girîng ên dewletê, tûrîzm û bazirganî ye" û bang li girseya xwe, hêzên şoreşger, pêşverû û demokrat kirin ku neçin Tirkiyeyê û malên ji Tirkiyeyê tên nekirin.

Rêxistina bi navê Yaşanacak Dunya ragihand ku weke pêkhateyek ji Platfroma Xwedîderketina li Efrînê ew tevlî kampanya boykotê dibin û got, destekkirina tûrîzma Tirkiyeyê tê wateya desteka ji bo dagirkeriya Efrînê

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) jî boykotê weke rêyeke qelskirina faşîzmê dibîne û got, "Boykotkirina malên Tirkan, qelskirina sparteya aboriyê ya faşîzmê, parçeyek ji vê têkoşînê ye. Her kesên li ber faşîzmê radibin divê destekê bidin boykotê."

Federasyona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê (ADEF) bang li Dersimiyên li Ewropayê kir ku tûrîzma Tirk boykot bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêhnvedana û betlaneya li Tirkiyeyê tê wateya desteka ji bo aboriyê. Divê em bîr nekin ku ev yek wê bibe fîşek, bombe, girtîgeh û li gelan vegerin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bang li gelên Ewropayê kir ku tûrîzma Tirk boykot bikin û got, "Nebin hevparê budçeya şer a rejîma AKP'ê ku li dijî gelan polîtîkaya dagirkeriyê dimeşîne."

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) da xuyakirin ku dewleta Tirk hem li nava sînorên xwe hem jî li derveyî sînor li dijî gelê Kurd şer dike, bi xwînxwarî mirovan dikuje û dike ku mirov ji Kurdistanê bi zordarî koçber bibin. KKP got, "Tûrîzm çavkaniya fînansê ya TC a xwînar e ku li dijî Kurdistanê seferan dike. Ji bo betlane, serdan, ger û geştê neçin Tirkiyeyê." Malên Tirkan nekirin û nefiroşin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kir. Endama Şûra Civakê Hatîce Tûrhalli got, "Guneh ne tenê di stuyê kesên vê sîstemê bi rê ve dibin. Guneh her wiha di stuyê wan kesan de ne ku destekê didin vê sîstemê."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA