Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê biryar DYA'yê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê daxuyaniyeke hevpar dan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê şermezar kirin.

Nûnerên Şêwra Gelê Kurd ê Ermenîstanê, Kurdistan Komîte, Nûnertiya Meclîsa Şengalê ya li Ermenîstanê, Rojnameya Zagros, Rojnameya Rêya Taze, gelek alim û rewşenbîr li ofîsa Kurdistan Komîteyê li hev civiyan.

Wekîlê Parlamenta Ermenîstanê û Serokê Şêwra Gelê Kurd ê Ermenîstanê Kinyas Hasanov bi navê saziyan axivî.

Hasanov işaret bi komployên navneteweyî yên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û biryara dawî ya DYA'yê şermezar kir.

Hasanov diyar kir, biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê dewama komployê ye û got, "Ev biryar biryareke faşîst e. Bi vê biryarê re hewl dide Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişîne û ber dilê Tirkiyeyê xweş bike."

Hasanov got, "Bi navê Kurdên li Ermenîstanê em vê biryara DYA'yê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."

Seroka Kurdistan Komîte Jînya Qadir jî got, "Mîna her gelî, gelê Kurd jî xwedî pêşengan e. Gelê Kurd wê xwedî li pêşengên xwe derkeve ku di têkoşîna azadiyê de kedeke mezin dane. Ji bo Kurdan dem dema yekîtiyê ye."

Endamê Meclîsa Şengalê ya Ermenîstanê Silo Dirboyan jî diyar kir, rabûna li ber vê biryara DYA'yê wê bi kêrî hemû gelên Rojhilata Navîn were.

Ji rewşenbîrên Ermenîstanê Dr. Zorbe Îboyan biryara DYA'yê şermezar kir û got, "Êdî nûnerên Kurdan hene. Tevgerek heye ku 40 sal in ji bo azadiya Kurdan têdikoşe. Ev yek li berjewendiyên hêzên emperyalîst nayê. Lewma biryareke wiha li dijî pêşengên Kurdan daye. Em vê biryarê şermezar dikin."

Alimê dînî Şêx Tahir jî anî ziman ku DYA bi vê biryara xwe re xwestiye komploya li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd bidomîne û got, "Bila zanibin ku ev tevgera azadiyê li pêşberî komployan roj bi roj mezin bûye û wê mezin bibe."

Di dema daxuyaniyê de endamê Kurdistan Komîte Milo Keleşyan û xebatkarê Rojnameya Rêya Taze Mirazê Cemê axivîn û bi navê Kurdên li Ermenîstanê biryar şermezar kirin.

Qisekeran bang li gelê Kurd kirin ku li ber vê biryarê rabin û dengê xwe bilind bikin.