Saziyên Elewiyan li ber YSK'ê çalakî kirin

Ji ber ku namzetiya Tûrgût Oker ji aliyê YSK ve hate betalkirin, saziyên Elewiyan li ber YSK a li Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Namzetiya Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker, bi îdîaya 'heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye' ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate betalkirin. Elewiyan nerazîbûn nîşanî vê dan.

Di çalakiyê de Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Muslum Dogan axivî. Dogan diyar kir ku biryar ji aliyê YSK ve hatiye girtin, lê ji aliyê gel ve nayê pejirandin.

Dogan destnîşan kir ku cezayê li Oker hatiye birîn divê tavilê bê betalkirin û got, "Em bang li YSK'ê dikin. Hûn nikarin îradeya me înkar bikin. Redkirina namzetiya Tûrgût Oker tê wateya înkarkirina îradeya me. Ev yek zerarê dide aştiya civakî. Hem hûn ê rabin bêjin 'em ê statuya qanûnî bidin malên cem' hem jî namzetê me yê li Ewropayê li derveyî lîsteyê bihêle. Ev yek nîşan dide ku hûn ne ji dil in."

Serokê Federasyona Alevî Bektaşî Huseyîn Guzelgul jî got, "Tûrgût Oker ji bo saziyên Elewî û Elewiyan girîng e. Weke civaka Elewî em vê biryarê qebûl nakin. Em dixwazin ev biryar tavilê bê sererastkirin."

Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Tûncer Baş jî diyar kir ku Tûrgût Oker nirxekî girîng ê civaka Elewî ye û li meclîsê bûye dengê Elewiyan.

Rêveberê Konfederasyona Elewiyên li Ewropayê Zeynel Ozer jî bi navê saziyên Elewiyan ên li Tirkiye û Ewropayê biryar şermezar kir.