Saziyên Elewiyan: Berpirs Erdogan û Davutoglu ne

Saziyên Elewiyan: Berpirs Erdogan û Davutoglu ne

3 rêxistinên civaka sivîl ên Elewî ku navenda wan Ewropa ye, êrîşên li hember futbolvanê Dêrsimî Denîz Nakî û endamê Meclîsa Partiyê (PM) yê HDP’ê Ahmet Karataş şermezar kirin.

Federasyona Elewiyan a Ewropa (FEDA), Cemiyeta ji Nû ve Avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberê Qirkirinê ya Dêrsim ji bo êrîşên li hember Karataş û Nakî gotin, "Nîşan dide ku wek civak em bi komkujiyên nû re rû bi rû ne.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,  "Em Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu, Wezîr  Bulent Arinç,  Yalçin Akdogan û Recep Tayyîp Erdogan ê sifetê Serokkomariyê li ser wek berpirsyar dibînin.”

Rêxistinan gotin ku êrîşa li hember Nakî wek êrîşa li hember hemû Elewiyên Kurd dibînin û diyar kirin ku Nakî ne bi tenê ye.

Rêxistinan dan xuyakirin ku êrîş ji Kobanê ne serbixwe ne û gotin, "Em dizanin ku dixwazin  teslîm bigirin û bêdeng bikin.”

Di daxuyaniyê de bang hatin kirin da ku Kurd li hember êrîşan bi ruhê Kobanê parastina xwe ya cewherî bikin û li hember faşîzma AKP û DAIŞ têkoşînê pêş bixin.