Şaxê 2 ya MEYA-DER'a Wanê Kongreya xwe li darxist

Şaxê 2 ya MEYA-DER'a Wanê Kongreya xwe li darxist

Şaxê 2 ya MEYA-DER a Wanê 2. kongreya xwe ya awarte li darxist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Kongre li Navenda Çandê ya Nuda, bi bejdariya endamên MYK Sedet Beceriklî, endamê MP Remezan Yildiz, hevseroka BDP’a Wanê Figen Yaşar, alîkarên şaredarê Wanê Sebrî Abî, Selîm Bozyigit,rêvebirên BDP’ê yên bajêr, rêvebirên MEYA-DER, Aktivîstên Însyatifa Dayîkên Aştiyê, berpirsên TUYAD-DER û jimarek zêde kes bejdar bûn. Di salona kongireyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin û bê navber diruşmên “Şehîd namirin” hatin berz kirin.

Piştî ku endamên dîwanê Nurhayat Atabey, Ferzende Abe û Ahmed Aygun hatin hilbijartin, deqeyek ji bo rêzgirtina cangoriyên tekoşîna azadiyê sekinîn û kongire destpê kir. 

“AKP SIYASETA XWE YA QIRÊJ BERDEWAM DIKE”

Axaftina vekirinê ji aliyê hevseroka BDP’a bajêr Figen Yaşar ve hate kirin. Figen Yaşar di axaftina xwe de balê kişand ser mesaja rêberê gelê Kurd ya di 21’ê Newrozê de hatî xwendin, diyar kir ku, ev 40 sale şerê ku, tê meşandin ji bo bête rawestan dine, lêbelê hikumet di vî alîde ne samîmiye û her ku diçe siyaseta xwe ya qirêj berdewam dike. Yaşar di dewama axaftina xwe de got: “ Bila bizanin ku Kurdan gelek bedelên mezin dan, eger pêwîst be emê dîsan bidin. Armanca me aşitiye, ji bona vê em dibêjin Şehîd namirin, Şehîd namirin.”

“ KURD TENEZULÊ MAKAM Û MEWKÎ NAKIN”

Li ser navê dîwanê Ferzende Abî jî diyar kir ku, gelê Kurd geleke ji bo azadî û aşiti yê berxwedan dikeye. Herwiha Abî didewama axaftina xwe de got: “ Her kesê ku di saziyên Kurdan de kar dikin tenezûlê makam,mewkî nakin û ji  pere durin. Em îro li vê derê kongireyek gelek giring li dar dixin,ez bi hêvîme ev kongire ji bo gelê me wê sudek xwe yê mezin hebe û emê piştî vê kongireyê û şunde ji bo gelê xwe kar û xebatên bi sûd tir bi meşînin.”

Piştî ku axaftin qediyan raporên kar û yên malî hatin xwendin, liser nîqaşên delegeyan hate qebul kirin. Piştî wê yekê ji derbazî hilbijartina rêveberiya MEYA-DER ‘ê bun. Salih Kaplan, Gulîzar Unvercan, Yildirim Ayaz, Kamuran Yalçin, Alî Tîmur, Remzî Karahan, Zeynep Abidîn Çagan, Îshaq Aslan, Yaqup Koklû, Mahmut Urun, Tahir Timur, Edîp Eter, Narîn Kaplan, Recep Ersîdar û Nurhayat Atabay hatin hilbijartin.