Parlamenterê girtî yê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bûyera bajaroka Sirtkoya girêdayê Hezexa Şirnexê ku tîmên taybet bi ser malan de girt û derî şkandin, gule lê barandin bir roja Meclisê. Sariyildiz der barê mijarê de pêşnûme da Wezaretê û wiha got: “Li Tikriyeyê her diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Divê de para mezin dikeve ser milê dewletê. Polîs û leşker vê cesaretê ji hikûmetê digirin. “
Leşkerê Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê û tîmên taybet yên Midûriyet a Polîsan a Şirnexê li bajaroka Şirtkoy bi ser malan de girtin û xanî raste rast gulebaran kirin.
Parlmanter Sariyildiz ev zextên li Sirtkoy pêk hatin anî rojevê. Bi hevkariya Wekîla Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan pêşnûmeyek pêşkêşî Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn kir.
Sariyildiz di pêşnûmepirsa da zanîn ku bi awayekî hêsan şopên guleyan yên li deriyên malan hatine barandin tê dîtin û got li gorî şahid û agahiyên çapemeniyê ewlehiya mal û can tune hatiye hesibandin û êrîş pêk hatine.
Sariyildiz wiha got: “Ev dîmen ji pêkanînên rêveberiya OHAL’ê (rewşa awerte) jî wêdetir in. Ev pêkanînên li dijî mafê mirovane her diçe zêde dibin. Ev êdî welatiyan dike nav fikaran. Sîcîla binpêkirina mafan a Tikriyeyê her diçe xerabtir dibe. Divê mijarê de para dewletê gelek zêdeye. Polîs û leşker vê cesatê ji hikûmetê digirin.”
Sariyildiz bi daxwaza ku Şahîn bersiva bide ev pirs pirsîn:
-Serlêdana welatiyên bajaroka Sirtkoy ya ku rastî zextan hatin întîkalê dozgeriyê kiriye an na?
-Ji aliyê Dozgeriya Komarê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin an na? Ger hebe di kîjan astê de ye?
-Hinceta van zext û zordariyên polîs û leşkeran yên di demên dawî de li Şirnexê pêk tên çiye? Di van pêkanînên dij mirovahiyê de wezareta wen di derbarê çend peywirdarê xwe de lêpirsîn daye destpêkirin.
-Wezaretê der barê zextên li bajarokê pêk hatin de di mijara ewlehiya can û malê welatiyan de lêpirsînek daye dest pêkirin?
-Wezaret ji bo pêşî li van xetereyan bigire xebatekê dimeşîne an jî xebatek heye an na?
-Gelo hun di warê parastina ewlehiya welatiyan de peywira xwe tînin cih an na?