Parlamenterê BDP’ê yê Şirxenê Faysal Sariyildiz ji Serokatiya Meclisa Tirk xwest ku rêziknameya hejmar 26768 ya ku di 26’ê çileyê 2008’an de ket meriyetê bê lêkolînkirin.
Parlamenterê girtî yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi hevkariya wekîlê serokê koma BDP’ê Îdrîs Baluken serî li Serokatiya Meclisa Tirk da û di serlêdanê de di derbarê rêziknameya hejmar 26768’an ya ‘Personelên di Qada Têkoşîna bi Terorê re de cih digirin, dozên ku li wan hatine vekirin û lêçûna wan ya parêzeran ji aliyê dewletê ve tê dayîn’ ji bo ku pirsgirêk û newekheviyên wê derdikevin holê xwest lêkolîna meclisê bê kirin.
Sariyildiz balkişand ser doza dawî ya Albay Cemal Temîzoz û wiha got: “Di serî de li erdnigariya Kurdistanê û gelek cihên Tikriyeyê di bin navê konsepta ewlehiyê de bi hezaran Kurd hatin înfazkirin an jî agahî jê nehatin girtin. Cînayetên kiryar nediyar û windakirin li hemberî gelê Kurd nêzîkatiya îdeolojîke. Lê piştî her kuştineke siyasî dengê hevpar yê hîstiyar bilind dibe, ji bo dîtina kujer û darizandina wane. Lê dewlet li gel van, pereyê parêzerên wan bi xwe dide.”
Sariyildiz destnîşan kir ku, ji bo Tirkiye bigihêje asteke hiqûqî ya demokratîk, pêwistî bi aştiyê heye û riya wê jî di darizandinên adilane de derbaz dibe.
Sariyildiz got ku, bi sererastkirinên ji bo personelên peywirdar, di derbarê kujerên bi hezaran sivîlan de dozên ku hatin vekirin, pereyê parêzerên wan dewlet dide. Sariyildiz da zanîn ku, çûyîna parêzerên polîs û leşkerên bersûc dewlet dide û got ev ne tiştekî hiqûqiye.
Sariyildiz da zanîn ku, ev di doza ku Fermandarê Koma JÎTEM’ê Albay Cemal Temizoz tê darizandin de jî tê dîtn.
Sariyildiz diyar kir ku, ev pêkanîna ku bi tu awayî ne hiqûqiye divê ji aliyê meclisê ve bê lêkolînkirin.