Sariyildiz li Dresdenê bi heyeta Partiya Çep re rûnişt

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li Parlamenta Eyaletê ya li bajarê Elmanya Dresdenê, bi heyetek ji Partiya Çep re rûnişt.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li Parlamenta Eyaletê ya li bajarê Elmanya Dresdenê, bi heyetek ji Partiya Çep re rûnişt.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dresdenê jî tevî Sariyildiz di hevdîtinê de amade bû.

Sariyildiz di vê hevdîtinê de li ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr, Nisêbîn û gelek bajarên Kurdistanê kiriye, agahî da. Sariyildiz da xuyakirin, ku divê mijar biçe ber destê dadgehên navneteweyî û di vî warî de alîkariya rayedarên Partiya Çep xwest.

Ji Partiya Çep serokê eyaletê Rîco Gebhardt û parlamenterên Sachsenê jî dan xuyakirin, ku ew ê destekê bidin Kampanya Malbata Bira. Heyetê her wiha rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezar kir û ragihand, ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.