‘Sariyildiz, ji Cizîrê rastî nîşanî hemû cîhanê da’

Pêşnûmeya betalkirina parlemeteriya Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di Komîsyona Têkel de hate erêkirin, şandin Desteya Giştî ya Meclîsê.

Amîrê Îdarî yê Meclîsê yê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder ê di komîsyonê de axivî wiha got: “Ya ku tê kirin tolhilînekî siyasî û çok danînê ye. Tol heseke bi rêgez e û bandoriya wê ne tenê ji yê tolhilîn û tolsitandê ye, encamên ku bandorê li hemû civakê bike bi xwe re tîne. Di mijara çok danînê de, bibe sedemê jiyan û azadiya me jî, bi van rê û rêbazan hûn nikarin bigihêjin armanca xwe.”

Desthilata AKP’ê ji bo betalkirina parlemeteriya Parlemeterên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz dest bi xebatan kir.

Pêşnûmeya betalkirina Parlemeterê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê bi hinceta ku beşdarî rûniştinên Desteya Giştî ya Meclîsê nabin ji aliyê Komîsyona Têkel a Meclîsê ve hate erêkirin û şandin Desteya Giştî ya Meclîsê. Pêşnûmeya îro ji bo Komîsyona Têkel a Meclîsê hate şandin, bi hevdîtinekê hate erêkirin.

Amîrê Îdarî yê Meclîsê yê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder di dema hevdîtinên pêşnûmeyê de axivî û bal kişand ser van xisûsan:

“Hûn dixwazin tolê ji Sariyildiz ê ji bûyerên li Cizîrê qewimî re şahidî kirî hilînin. Wê rojê ji bo bûyer û hovîtiyên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve dihate kirin ji bo raya giştî û hemû cîhanê re ragihand.”

Onder ê bal kişand ku êrîşên li ser partiya HDP’ê, girtina HDP’yiyan, binçavkirin û betalkirina parlemeteran bi hiqûqa tolhilînê ye û got: “ Ev pêkanîn tê wateya tol hilînê, armanc çok danîne. Em bi vî rengî temaşe dikin. Li holê ti hiqûq nîne, ti demokrasî nîne.”

 Onder destnîşan kir ku ji bo Serokatiya Meclîsê ragihandine ku Sariyildiz li derveyî welat li ser navê HDP’ê xebatên siyasî dike.

Herî dawî jî Onder nerazîbûn nîşanî biryar Komîsyona Têkel a Meclîsê da û got: “Ya ku tê kirin tolhilînekî siyasî û çok danînê ye. Bi van gotinan dawî li parstina xwe tînim; tol heseke bi rêgez e û bandoriya wê ne tenê ji yê tolhilîn û tolsitandê ye, encamên ku bandorê li hemû civakê bike bi xwe re tîne. Di mijara çok danînê de, bibe sedemê jiyan û azadiya me jî, bi van rê û rêbazan hûn nikarin bigihêjin armanca xwe.”