Şaredara Zurîchê ji Kişanak re got: Em bi we û têkoşîna we re ne

Şaredara Zurîchê nameyek ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re nivîsî û got, "Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de em bi we re ne."

Şaredariya bajarê Zurîch ê Swîsreyê, di Cotmeha sala 2016'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke şaredariya xwişk-bira qebûl kiribû. Şaredara bajarê Zurîch Corîne Maûche ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re nameyek nivîsand, ku Kişanak li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1. a Kocaeliyê girtî ye.

'EM JI BO AZADIYA WE DIXEBITIN'

Maûche xemgîniya xwe ya ji ber girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli û parlamenter û endamên HDP'ê nîşan da û diyar kir, ji bo azadiya Hevşaredaran ew dixeitin.

Maûche serdana Kişanak û Anli ya Cotmeha 2016'an a li Şaredariya Zurîchê bibîr xist û bal kişand ser projeya Şaredariya Xwişk-Bira ya Zurîch-Amedê ku hingî hat qebûlkirin. Maûche destnîşan kir, ku têkilî û girêdana navbera Amed û Zurîchê wê bê dewamkirin.

'EZ HEYRANA CESARETA WE ME'

Maûche di nameya xwe de got, "Haya min ji têkoşîna we ya azadî û demokrasiyê heye, ku hûn di nava zext û zordariyeke giran a li welatê xwe de dimeşînin" û wiha dewam kir: "Demeke kurt piştî serdana we ya li Zurîchê, dema ku min bihîst hûn hatine girtin ez ketim nava tirs û fikaran. Dizanim ku li welatê de azadiya îfadeyê û demokrasî di rewşeke xetere de ye. Ez heyranê cesareta we me, ku li dijî van zext û zordariyan hûn ji bo azadî û demokrasiyê tevdigerin.

'TÊKILIYA NAVBERA AMED Û ZURÎCHÊ WÊ BÊ PARASTIN'

Piştrast bin; têkilî û girêdana navbera bajarên Zurîch û Amedê wê bê parastin, bê dewamkirin û em ê jî bo azadiya we bixebitin, têbikoşin. Me ji delegasyona Swîsreyê ya li nava Konseya Ewropayê xwest, rewşa we bixe rojevê. Piştrast bin, em bi nêrînên xwe her tim bi we re ne. Hêvîdar im hûn ê cesaret û baweriya xwe ji dest bernedin û li pêşberî tiştên bi serê we tê, hûn ê xurtir bin. Hêvîdar im hûn ê di demeke kurt de azad bibin û li wezîfeya xwe vegerin."