Şandeya Rêveberiya Xweser: Me ji aliyê Rûsyayê re nerînên xwe yên têkildarî Astana gotin
Şandeya Rêveberiya Xweser diyar kir ku Rûsya gotiye ew dixwazin dewleteke demokratîk li Sûriyê ava bibe.
Şandeya Rêveberiya Xweser diyar kir ku Rûsya gotiye ew dixwazin dewleteke demokratîk li Sûriyê ava bibe.
Şandeya Rêveberiya Xweser ku li ser vexwendina wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sergî Lavrov serdana Rûsya kiribû û bi rayedarên wî welatî re hevdîtin pêk anî, têkidarî serdanê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Şandeya Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de got ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergî Lavirov gelek kom ji kesayetên Siyasî û tevgerên Sûriyê vexwedibûn û wiha dest bi daxuyaniyê kir: ʺGelek komên hatibûn vexwendin beşdar bûn û hin ji wan hazir nebûn. Di hevdîtinan de tesbîtkirina agirbestê ku di civînên Astana de derketibû û hêviyên ku bandoreke erênî li xebatên siyasî bike, her wiha pêknaîna biryara 2254 ji beşdaran hate vegotin.ʺ
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinan de her wiha çawaniya çûyîna ber bi hevdîtinên Cinêv ku tê payîn di mahe Sibatê de bê lidarxistin jî hate nîqaşkirin û wiha hate domandin: ʺMe ji aliyê Rûs re nerînên xwe yên derbarê destûra di civîna Astana de hate belavkirin parve kir. Rûsya jî tekez kir ku ew nerînên destûrî tenê wekî nerîn in da ku aliyê Sûrî bi xwe nîqaş li ser bikin. Tu kes bi tu awayî hewl nade wê ferz bike. Ji ber ku danîna destûrê mijareke navxweyî ya Sûriyan e. Gotin ku ev nerîn tenê ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya nîqaşên cidî û bi bandor di Sûriyê de ye. Da ku bi vê yekê riya siyasî ya ber bi avakirina dewleteke demorkatîk li gorî lihevkirinên Cinêv 2012ʹan û belgeyên Viyana ya 2015ʹan, her wiha biryarên navdewletî û di serî de biryara 2245 ya sala 2016ʹan pêk wereʺ.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku beşdarnebûna hêzên opozisyonê wekî yek şandeyê wê bi awayekî erênî rê li ber vekirina xebatên danûstandinan û pêşketina wê vebike û wiha hate domandin: ʺJi vê nêrînê me biryar da em bang li hemû aliyên siyasî û kesayetên opozisyonê bikin da ku em li ser avakirina şandeyek opozisyonê ku bê dûrxistina tu aliyan û hemû alî tê de beşdar bibin, ava bikin. Armanc ji wê yekê jî ew e ku beşe were ji Cinêv li ser bingeha biryara navdewletî ya 2245 ku wekî nexşerê û lêvegera ku bi riya wê re çûyîna ber bi Sûriya nû ve pêk were û hêviyên rewa yê gelê Sûriyê jî pêk were. ʺ