Şandeya PYD’ê bi metropolîtê Dêra Ortodoks a Rûsyayê re hevdîtin pêk anî

Şandeya PYD’ê bi metropolîtê Dêra Ortodoks a Rûsyayê re hevdîtin pêk anî

Li Moskowayê şandeya Partiya Yekîtiya Demokrat bi serwêrê Beşa têkiliyên derve  a Dêra Ortodoks a Rûsyayê metropolît Îlariyon re hevdîtin pêk anî.

Di şandeya PYD a di bin rêbertiya Hevserokê PYD Salih Muslîm Muhemmed de, serokê Nûnertiya PYD’ê  a Yekîtiya Ewropayê Abdelselam Mustafa, Cîgirê Hevserokê Komîteya Kordînasyona Netewî (NCC) Xalid Îsa, Serokê Otonomiya federal a netewî-çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev û berpirsê PYD’ê Federasyona Rûsyayê Abd Selam Elî cih girtin.

Di hevdîtinê de aliyan rewşa li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin. Bi daxuyaniya metropolît Îlariyon Dêra Ortodoks a Rûsyayê ji nêz ve bûyerên li Sûryeyê dişopîne û ji ber rewşa ku gelên herêmê tê de ne xemgîniya xwe anî ziman. Metropolît Îlariyon diyar kir ku heta niha Dêra Ortodoks a Rûsyayê 1 mîlyonek dolar kom kiriye û wek alîkarî bi rêya Civata Filistînî gîhandiye gelên li Sûryeyê û got: “Bêguman alîkariya ku Dêra Ortodoks a Rûsyayê şandiye tenê dilopeke deryayê ye, lê emê hewildanên xwe bidomînin, tiştê ku bikeve ser milê me emê pêk bînin.” Serwêrê Beşa têkiliyên derve a Dêra Ortodoks a Rûsyayê. Mîtropolît diyar kir ku di krîza li Sûryeyê de sekina Dêra Ortodoks a Rûsyayê zelal e, ew alîgirê çareseriya aştiyane ne.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm jî serwêrê Beşa têkiliyên derve a Dêra Ortodoks a Rûsyayê re metropolît Îlariyon re rewşa dawî ya li Sûriye û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê vegot. Hevserokê PYD’ê da zanîn ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî li hemû pêkhateyên herêmê derdikeve û li wê derê bêyî ku cûdatiyan bixe navbera etnîsîte û olan xwedî li herkesî derdikeve û wiha anî ziman: “Em hewl didin ku ewlehî were herêmê. Sîstema Xweseriya Demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê tê rûniştandin sibê wê bibe modelek ji bo tevahiya Sûryeyê”. Hevserokê PYD’ê diyar kir ku hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê di rêvebiriyên de cihê xwe digirin. Li ser vê gotina birêz Salih Muslîm Muhemmed metropolît kêfxweşiya xwe û hayadarbûna ji vê sekina siyasetmedarên kurd anî ziman.

Cîgirê hevserokê Komîteya Kordînasyona Netewî (NCC) Xalid Îsa tecrûbeyên gelê kurd ên jiyankirina bi gel û olên cûda re dinava aştiyê de anî ziman. Birêz Xalid Îsa diyar kir ku hewldana kurdan a li Rojavayê Kurdistanê ya damezirandina revebiriyeke hevpar bi hemû pêkhateyên herêmê re ne nû ne. Hîn di destpêka sedsala 20’an de ev hewildan serkeftî pêk hatibû, lê ji ber hêzên desthilatdar ên cîhanê û destpêkirina Şerê cîhanê yê duyemîn ve hat ruxandin. Cîgirê hevserokê Komîteya Kordînasyona Netewî da zanîn ku gelê kurd heta ku serbikeve wê hewldana xwe ya avakirina Xweseriya Demokratîk û rûniştandina biratiyê di nav hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûryeyê bidomîne.

Di dawiya hevdîtinê de serwêrê Beşa têkiliyên derve  a Dêra Ortodoks a Rûsyayê metropolît Îlariyon da zanîn ku Dêra Ortodoks a Rûsyayê wê bêyî ku navbeynkaran bixe navberê wê bi awayekî rasterast têkiliyên xwe bi nûnerên gelê kurd re bidomîne.