BI DÎMEN

Şamoyan: Eger têkoşîna Rêber Apo nebûya, Kurdistan wê tine bibûya

Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan, komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Eger têkoşîna 40 salan a Rêber Apo nebûya, îro ne li Rojava ne jî li Başûr destketî nedibûn. Wê Kurdistan tine bibûya."

Kurdên li bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li hev civiyan. Civîn li Navenda Xebatê ya Dîcle pêk hat. Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan li vir axivî û qala komploya navneteweyî kir. Şamoyan bibîr xist, ku wê demê ji heft heta heftê salî Kurd hemû rabûn ser piyan, xwedî li Rêberê xwe derketin û got, "Îro jî divê em bi heman ruhî xwedî li Rêber Apo derkevin."

Şamoyan komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Eger têkoşîna 40 salan a Rêber Apo nebûya, ne li Rojava ne jî li Başûr destketiyên îro nedibûn. Wê Kurdistan tine bibûya."

Şamoyan bal kişand ser têkoşîna PKK'ê ya li Şengalê ji bo civaka Êzidî dimeşîne û anî ziman, Rêberê Gelê Kurd gelek caran işaret bi xeteriyên li ser civaka Êzidî kiribû û xwestibû tedbîr werin girtin. 

Şamoyan got, "Eger fedayiyên Rêber Apo nebûna, wê gelê me yê li Şengalê biqediya, cihên me yên pîroz, axa me ya pîroz bihata dagirkirin.