SAMER'ê li ser bandora îxracan lêkolînek kir

SAMER'ê bal kişand ser vî tiştî ku bi îxracên piştî Rewşa Awarte re li Kurdistanê kêşeyên civakî, ekonomîk û psîkolojîk derketine holê.

SAMER'ê diyar kir ku bi taybetî jin tên mexdûrkirin û destnîşan kir ku di warê çapemenî û azadiya ramanê de tengijînek çêbûye.

Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) li ser bandora biryarnameyên di hukmê qanûnan de ya li ser civakî, awayên van biryarnameyan û têkoşîna li dijî vî tiştî xebatek li ser mehên Hezîran-Tebaxê kir.

'BIRÎNEKE CIVAKÎ; KÊŞEYÊN EKONOMÎK Û PSÎKOLOJÎK…'

Di xebata SAMER’ê de ev tişt hatin destnîşankirin:

"Bi hezaran kesên ku ne FETO’yî ne û tu têkiliya wan bi rêxistineke îllegal re nehatiye tespîtkirin, ji peywirên xwe hatine îxrackirin.

Ev mirovên ku têkildarî wan sûcdarkirin û biryar tune ne, di civakê de birînek ava kiriye. Hemû rêyên çareserkirina vê mexdûriyetê a di warê hiqûqî de hatiye girtin û ev mexdûriyet kûrtir bûye.

Li gorî encamên beşdaran, bi biryarnameyan re rê li ber kêşeyên hiqûqî, civakî, ekonomîk û psîkolojîk hatiye vekirin.

'NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'

Di xebatê de hate diyarkirin ku, "Gelek kesên hatine îxrackirin nikarin ji xwe re karekî nû ava bikin. Ji nav 40 beşdaran 12 heban karekî nû dîtine/vekirine, tenê 4 kes di qada xwe de dixebitin."

'DI WARÊ AZADIYA ÇAPEMENÎ Û RAMANÊ'

Di xebatê de hate destnîşankirin ku, "Bi girtina saziyan û qedexekirina medyayê re, di warê azadiya çapemenî û ramanê tengijîneke cîddî pêk hatiye."

SAMER’ê destnîşan kir ku, "Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê bi giştî 16.413 kes hatine îxrackirin;  463 komele, 27 weqf, 20 rojname, 2 zanîngeh, 3 kanalên televîzyonê, radyoyek, 3 ajansên nûçeyan, 11 saziyên tendirustiyê, 139 dibistan û 26 wargehên xwendekaran hatine girtin.

Kitekitên xebata SAMER’ê li vê derê ye:

http://www.ssamer.com/Haber_Detay-OHAL_KAPSAMINDA_%C3%87IKARILAN_KHKLERE_DAYANARAK__DO%C4%9EU_VE_G%C3%9CNEYDO%C4%9EU_ANADOLUDA_KAPATILAN_KURUM_VE_%C4%B0HRA%C3%87LARA_%C4%B0L%C4%B0%C5%9EK%C4%B0N_B%C4%B0R_YILLIK_RAPOR-1045.html