Şamê banga Rûsyayê erênî dît

Şamê banga Rûsyayê erênî dît

Ligel tehdîda mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê, ji bo çareseriyê li formulên nû digerin. Sekreterê Giştî yê Netewên yekbûyî Ban Kî-moon, pêşniyar çekên kîmyewî di bin çavderiya NY’ê de bê îmhakirin û her wiha Rûsyayê jî bang li rêveberiya Şamê kir ku çekên xwe yên kîmyewî bikin bin kontrola navnetewî.  Sûriyeyê bersiva erênî da banga Rûsyayê.

 Sekreteriya Giştî ya NY’ê da zanîn ku di lêpirsîna mufetîşên NY’ê de di rewşa ku bikaranîna çekên kîmyewî hatibû erêkirin de, ji bo ev çek ji holê bên rakirin bi armanca avakirina qadên çavderiyê, dê ji bo Konseya Ewlehiya NY’ê pêşniyar bê kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina xwe ya bi Velîd Muallîm re daxuyaniyek da û got: “Em ligel ku  rêveberiya Sûriyeyê çekên xwe bike bin kontrola navnetewî û piştre jî îmhaya wê qebûl bike, bang dikin ku tevli Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bibe. Me ev ji birêz wezîrê karê derve yê Sûriyeyê Muallîm re got. Em li bende bersiveke erênî ne.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Kerry jî beriya vê daxuyaniyê li Londonê axivî û diyar kiribû ku ger Esad çekên kîmyewî bike bin kontrola navnetewî dê dest ji mudaxaleya leşkerî berdin.

 Sûriyeyê jî bersiv da Lavrov. Li gorî ajansên nûçeyan yên Rûs, Muallîm hewldana Rûsyayê silav kiriye û vê hewldanê erênî pêşwazî dike.