Salvegera yekemîn a Rewşa Awarte: Êdî bûye rêbazek rêvebirinê
Îro salvegera yekemîn a Rewşa Awarte ye, ku piştî Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hate ragihandin. Di nava salekê de bi hezaran kes hatin girtin û ji kar hatin derxistin.
Îro salvegera yekemîn a Rewşa Awarte ye, ku piştî Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hate ragihandin. Di nava salekê de bi hezaran kes hatin girtin û ji kar hatin derxistin.
Destnîşankirina bîlançoya salekê ya binpêkirina mafên mirovan, ji ber ku hejmar rojane diguhere, zehmet e. Bi Rewşa Awarte re, ku dema wê 3 mehên din hate dirêjkirin, her roj mirov ji ber hincetên cuda tên binçavkirin, girtin û mafên mirovan tên binpêkirin.
Di nava salekê de çi qewimî?
Sê roj piştî ragihandina Rewşa Awarte, bi rêya biryarnameyan gelek zanîngehên weqfê û sazî yên nêzî FETO hatin girtin.
Piştre bi biryarnameyan ji nava qada cemawerî, zanîngehan, leşkerî, dadgerî û polîsan bi hezaran kes ji kar hatin derxistin.
Li gorî daneyên BBC Tirkî, ji Îlona 2016'an û pê ve 23 hezar 427 akademîsyen ji kar hatin kirin. 372 Akademîsyenên Aştiyê, ku mohra xwe danîn binê belavoka "Em ê nebin hevparê sûcê we" bi rêya biryarnameyan peymanên wan nehatin nûkirin û ji kar hatin derxistin.
Di nava 6 mehên destpêkê yên Rewşa Awarte de 87 hezar ke sji kar hatin derxistin, karê 35 kesî hate sekinandin. 17 hezar kes jî li karê xwe vegeriyan.
Dema Rewşa Awarte cara çaran hate dirêjkirin. Berdevkê Hikumetê Nûman Kûrtûlmûş roja 15'ê Tîrmehê li ser encamên salekê yên Rewşa Awarte ev agahî da: "Li qada cemaweriyê 111 hezar û 240 kes ji kar hatin derxistin. 32 hezar û 180 kes ji cemaweriyê hatin dûrxistin. 35 hezar û 639 kes, di encama lêkolînan de li karê xwe hatin vegerandin. Bi giştî, 3,5 ji sedî yê wezîfedarên cemaweriyê ji kar hatin derxistin.
MEDYA HATE BÊDENGKIRIN
Saziyên çapemenî û medyayê jî para xwe ji girtinê wergirtin. Ewilî 16 qenalên televîzyonê, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane hatin girtin. Dûre bi girtina IMC TV, televîzyona Hayatin Sesî, DÎHA û Ozgur Radyo re hejmara saziyên medyayê yên hatin girtin gihîşte 178'an.
Di nava vê demê de 2500 rojnamevan bê kar man. Li gorî Rapora Çavdêriyê ya BÎA Medyayê, li gorî qeyda Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017'an, 136 rojnamevan girtî ne, 78 ji van di dema Rewşa Awarte de hatin girtin. Di vê demê de her wiha parêzvanên mafên mirovan, mafên zarokan û jinan jî di nav de 1125 komele, 129 weqf û 19 sendîka hatin girtin.
ZÊDEYÎ 50 HEZAR KES HATIN GIRTIN
Bi Rewşa Awarte re gelek kes hatin girtin. Ev hejmar di 6 mehên destpêkê de 41 hezar bû. Der heqê 122 kesî de lêpirsîn û doz hatibû vekirin. Di encama lêpirsînan de 66 hezar kes bê sûc hatin dîtin. Li gorî rewşa dawî ku Wezareta Edaletê eşkere kir, di nava salê de 169 hezar û 12 gumanbar ketine ber lêpirsîn û dozê, 50 hezar 510 kes jî hatine girtin. Der heqê 8 hezar û 87 kesî de jî hê biryara girtinê heye.
HEVSEROK Û WEKÎLÊN HDP'Ê, HEVŞARDARÊN DBP'Ê HATIN GIRTIN
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 11 wekîlên HDP'yî ku mafê destnedana wan hatin rakirin, hatin girtin. Wekîlekî CHP'ê Enîs Berberoglû jî di nava vê salê de hate girtin. Wekî din 28 hevserokên HDP'ê yên bajaran û 89 hevserokên HDP'ê yên navçeyan hatin girtin.
Li gorî hejmarên dawî, li 82 şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) qeyûm hate bicihkirin, 85 hevşaredar jî hatin girtin. 2 hezar û 22 xebatkarên şaredariyan jî ji kar hatin derxistin. Karê 585 personelên şaredariyê jî hate sekinandin.