Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Swêdê hate pîrozkirin

Pêngava 15'ê Tebaxê, di salvegera 33. de li bajarê Gavle yê Swêdê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê NCDK û Komuna Jinê ya Warsîn ve hate organîzekirin. Hevseroka NCDK Caziya Elma li vir axivî û bal kişand ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.

Elma diyar kir, li dijî zilma dewleta Tirk, bi fîşeka destpêkê ya 15'ê Tebaxê re gelê Kurd dawî li bêdengiya xwe aniye, tirs û bêçaretî têk biriye û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê şoreşgerî yê 15'ê Tebaxê xwe li têkoşînê bigirin.

SALVEGERA PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ WÊ ROJA SÊŞEMÊ LI STOCKHOLMÊ WERE PÎROZKIRIN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ji bo pîrozkirina Pêngava 15'ê Tebaxê wê meş û mîtîngekê li Stockholmê li dar bixin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çalakî wê 15'ê Tebaxê roja Sêşemê saet 17:40 li Parka Hûmlegarden a Stockholmê dest pê bike û banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan hate kirin.