Salvegera damezrandina PKK'ê li Nurnberg û Heîlbronnê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Nurnberg û Heîlbronn ên Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Nurnberg û Heîlbronn ên Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Nurnberg û Heîlbronn ên Elmanyayê hate pîrozkirin.
NURNBERG
38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Çalakî li Qûelle Halle ya li Nurnberg-Furth Coûberrînerstr. saet di 16:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di şevê de koroya Zarokên Rojê ya Nurbergê derket ser dikê û nûnerê Partiya Çep ê Furthê Ûlrîch Schonweîs axivî.
Schonweîs da xuyakirin, ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan û got, "Dixwazim bêjim, ku em heta dawiyê bi we re ne. Haya me jê heye ku hûn li Tirkiyeyê têkoşîneke zehmet dimeşînin. Lê di vê têkoşîna xwe de hûn bi tenê nînin. Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin."
Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Nurnbergê jî axivîn û 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Qisekeran gotin, wê gelê Kurd li dijî mêtîngeriyan serketina xwe ragihînin û di dawiya dawî de wê azadî bi ser bikeve."
Di şevê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn û hunermend Halît Bîlgîç, Hozan Kewê, Hozan Comert, Hozan Kawa, Koma Şîlan, komên govendê û koroya zarokan a Mala Gel a Medya derketin ser dikê.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Şeva ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Koroya Koma Jinan a Meclîsa Jinan Sevê Demîr a Heîlbronnê derket ser dikê û piştre siyasetmedarê Kurd Serhat Agir axivî.
Agir got, "PKK a bi rêberiya Serok Apo bi çend kesan ava bû, îro li gelemperiya cîhanê belav bûye û veguheriye tevgereke azadîxwaz a bi mîlyonan mirovî." Agir bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê.
Di şevê de piştî gerandina Semahê, li ser wateya rojê sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre Xelîl Xemgîn, Nûarîn, Hayrettîn Tarhan, Şiyar û A. Bakî yê ji Koma Hezex derketin ser dikê.