Salvegera damezrandina PKK'ê li Kasselê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê bi meşekê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê bi meşekê hate pîrozkirin.
Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Kasselê saet di 17:00 de li pêşiya HBF'ê meşek hate lidarxistin.
Beriya meşê di axaftinan de qedexeya li ser PKK'ê ya 27 sal in dewam dike hate şermezarkirin. Qisekeran sala 43'an a têkoşînê ya PKK'ê jî silav kirin.
Di çaakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ û YPG'ê hatin hildan, her wiha posterên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û Zîlan (Zeynep Kinaci) hatin hildan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Sara, Rojbîn, Ronahî - Jin, jiyan, azadî" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" hatin qîrîn. Meşê heta Konîgsplatzê dewam kir. Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.