Salvegera damezrandina PKK'ê li Grazê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Grazê hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Awûstûrya Grazê bi şevekê hat pîrozkirin. 

Pîrozbahiya 36. salvegera damezrandina PKK'ê ya li bajarê Awûstûrya Grazê, saet di 15:00 de li Salona Dawetê ya Grazê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Li salona pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pankarta bi nivîsa "Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye" hat daliqandin.

Di şahiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Grazê axaftinek hat kirin û 36. salvegera damezrandina PKK'ê hat silavkirin. Di axaftinê de hat ragihandin ku bi berxwedana Şengal û Kobanê careke din derketiye holê ku PKK veguheriyeke hêzeke têk naçe û hat destnîşankirin, ku PKK garantorê aştiya li Rojhilata Navîn e.

Di şevê de, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a bi wesîleya 36. salvegera damezrandina PKK'ê weşand, di sînevîzyonê de hat nîşandan.

Hozan Comert, Çetîn Oraner, Hozan Eylem, Binevş, Veger Baran û Koma Dem derket ser dikê û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.