Salvegera damezrandina PKK'ê li Emmerichê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Emmerichê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Emmerichê hat pîrozkirin
36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Emmerichê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Bi armanca silavkirin û pîrozkirina 36. salvegera damezrandina PKK'ê, Meclîsa Gel a Herêma Emmerichê pîrozbahiyek lidar xist.
Pîrozbahî, duh li bajarê Emmerichê bi beşdariya zêdetirî 500 Kurdistaniyan pêk hat. Di pîrozbahiyê de Hevşaredarê Sûrê ya Amedê Seyîd Narîn, Şaredarê Emmerichê Johannes Diks, nûnerên FKÊ, Malên Êzidiyan ên Emmerich, Wesel, mizgefta Kleve û Komeleya Bocholtê jî amade bûn.
Li gel axaftvanan, bernameya çand û hunerê ya pîrozbahiyê jî gelekî dewlemend bû. Hunermend Şemdîn, Farqîn; Heval Geyhat, Şêxmûs, Evîn û Ayhan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.