Salvegera Şoreşa Rojava li Hannoverê hate pîrozkirin

Li Elmanyayê bajarê Hannoverê bi sedema salvegera şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hatibû destpêkirin, pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiya li Hannoverê bûn. Di pîrozbahiyê de li ser navê PYD, NAV-DEM û Tevgera GORAN’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga xwedîlêderketina gelê Rojava hate kirin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslum bi telefonî beşdarî bernameyê bû û got, “Kê ked dabe, ev şoreş a wan e, tevkariya her kesî heye. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa mirovayetiyê ye. Di şexsê Rojava de nirxên mirovayetiyê hatine parastin û nirx bi saya xwîna şehîdan dîsa zindî bûne.”

Muslum bal kişand ser vî tiştî ku ji bo şoreşa Rojava berdêlên giran hatine dayîn û got, “Heke hin hêz tifaqê bi me re bikin, ev saya keda şehîdan e.” Muslum bal kişand ser komxebata yekîtiya neteweyî û got, “Divê yekîtiya neteweyî bi derengî neyê xistin.”

Di çalakiyê de Bengî Agirî, Hozan Axîn, Ciwan Çewlik, Koma Rojava, Koma Wolkana Şoreşê, Narîn Şêxê derketin ser dikê. Çalakî bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê” bi dawî bû.