Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li Viyanayê hate pîrozkirin
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê şeva pîrozbahiyê pêk anî û qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê hate xemilandin.
Hevseroka KCD-E Awûstûrya Nûrcan Guleryuz piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û destnîşan kir ku divê heta bidawîbûna êrîşên qirker û dagirker ên li dijî Rojava ew xwe weke beşek ji têkoşînê bibînin.
Ji TEV-DEM'ê Xerîb Hiso jî beşdarî şevê bû û bal kişand ser berxwedana Rojava ya li dijî dagirkeriyê.
Di şevê de koma muzîkê ya xwecihî Koma Arîn, her wiha Hozan Şemdîn, Hozan Aydin û Hozan Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.