Salih Muslim: Êrîşên hêzên Esad zêde dibin
Salih Muslim: Êrîşên hêzên Esad zêde dibin
Salih Muslim: Êrîşên hêzên Esad zêde dibin
Rêberê PYD’ê Salih Muslim ji ajansa nûçeya ya Reuters re axivî û di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku, li Rojavayê Kurdistanê û qadên Sûriyeyê Kurd bi awayekî tund rastî êrîşên hêzên Esad tên.
Muslim da zanîn ku, di navbera kurdan û hêzên li dij rejîmê de peymana ne êrîşkirinê hatiye îmzekirin û got, ev peyman bûye sedema êrîşên hêzên Esad û wiha got: “Piştî hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rejîma Esad ji piştigiriya Enqereyê ya bo kurdan nerehet bû û ket nava fikaran.
Muslim ku ji bo konferansekê çibû Berlînê pirsên rojnamegerê Reutersê bersivand. Muslim destnîşan kir ku, tu alîkarî ji Tirkiyeyê negirtine û balkiaşnd ser komkujiyên li Heleb û Hesekê pêk hatine. Muslim wiha got: “Me di serî de li Şamê û herêmên din biryara ku em ne aliyên tu kesî ne girt. Polîtîkaya me ewe ku em xwe û herêmên xwe biparêzin.
Muslim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, herêmên kurd herêmên gelek dewlemendin û aşkera kir ku, ne tenê Esad, rêveberiyên pêşerojê jî dixwazin li vir bibin serdest û got: “ Niha li herêma Kurd ji 10 hezarî zêdetir hêzên YPG’ê hene.
Muslim anî ziman ku, Kurd tenê dema ku Artêşa Azad temînata Sûriyeyek demokratîk û layîk bide dê tevlî wan bibe, lê Artêşa Azad di nava xwe de Selefî û cîhadiyan diparêze.