Salek û 6 meh û 22 roj ceza li rojnameger Oztekîn hate birîn
Welat Oztekîn ê ku xebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat bû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Welat Oztekîn ê ku xebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat bû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.
3'emîn danişîna doza Welat Oztekîn ê ku xebatkarê berê yê Rojnameya Azadiya Welat bû ya ku bi KHK'ê hatibû girtin, li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 9'emîn hat dîtin.
Dadgehê bi îddîya ku Oztekîn di nava salên 2015-2016'an de li ser hesabê medya civakî agahî par ve kirine û “propaganda rêxistinê kiriye" ceza lê birî.
Dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Oztekîn birî.