Sala 20'an divê bibe sala azadkirina gelê Kurd û rêberê wê

Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in li ber xwe dide û bi berxwedanê dikeve sala 20´an. Sala 2´an hem wê li Îmraliyê û hem jî li Kurdistanê bibe salek ku berxwedan wê lê xurt be. Sala 20´an wê weke têkoşîna azadkirina Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd derbas bibe.

Li Îmraliyê êsîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 20´an. Girtina Rêberê Gelê Kurd 20 salan bi serê xwe jî asta şerê li dijî gelê Kurd û berxwedana li hemberî vî şerî nîşan dide. Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in li ber xwe dide û bi berxwedanê dikeve sala 20´an. Sala 2´an hem wê li Îmraliyê û hem jî li Kurdistanê bibe salek ku berxwedan wê lê xurt be. Sala 20´an wê weke têkoşîna azadkirina Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd derbas bibe.

Bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd bi pêşengiya DYA û Îsraîlê pêk hat. Hesab ew bû, heger Rêberê Gelê Kurd bihata êsîrkirin, hingê hem dewleta Tirk wê baştir bihata bikaranîn, hem jî PKK wê bihata tesfiyekirin. Di êsîrkirina Rêberê Gelê Kurd de dewra Tirkiyeyê bi sînor e. Bi tenê rola gardiyantiyê dane dewleta Tirk. Serokwezîrê wê demê yê dewleta Tirk Bulent Ecevit bi van gotinan ev rewş, esas û cewhera rastiya bêbextiyê (komployê) herî baş rave dikir; "Ji bo çi Abdullah Ocalan radestî me kirin, hîna min bi tevahî fêm nekiriye."  

Lê belê, Rêber Apo miletek û tevgereke şoreşger a welê ava kiriye ku kiriye ku împeryalîst û dewleta Tirk a qirrker û mêtinger jî negihîjin armanca xwe. Rêber Apo beriya ku gelê xwe û rêxistina xwe ava bike, xwe ava kir, mezin kir û kir ku têk neçe. Rêberê Gelê Kurd timî bû rêberiyeke ku di nava zehmetiyan de mezin bûye. Ji ber vê yekê li girtîgeha yekkesî ya li giravekî jî di nava şert û mercên tecrîda şidandî de jî bûye rêbertiyeke bêhtir mezin bûyî. Vê rêbertiya ku bi zêdebûna zehmetiyê mezinbûyî, kir ku teqîneke wiha ya hest, fikr û îradeyê çêbe ku PKK û gelê Kurd jî mezintir bibin. Tevî zexta giran a dewleta Tirk, şewitandin, rûxandinan jî niha gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de biryardartir û bêhtir li ser ya xwe ye. Tevgera Azadiyê ya ku Rêber Apo ew damezirand bêhtir mezin bûye. Kî dikare îro bibêje ku PKK li gorî sala 1999´an lawaztir e!? 

Rêber Apo sala 1999´an tenê Rêberê Gelê Kurd bû, îro veguheriye Rêberê tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Wekî din di dewrekê de ku kapîtalîzmê mirovahiyê diqedîne, pûç dike, Rêberê Gelê Kurd veguherî rêbertiyekê ku rê nîşanî mirovahiyê dide. Vê Rêbertiyê rêya azadî û demokrasiyê destnîşan kiriye. Paradîgma û fikrên Rêberê Gelê Kurd çawa ku rê nîşanî mirovahiyê didin, gelê Kurd jî bi heman rengî veguheriye hêza şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn. Roja me ya îro gotina Rêberê Gelê Kurd a weke “bêbextiyên dîrokî geşedanan nasekinînin, bi lez dikin” bi tevahî hatiye piştrastkirin. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bêhtir bi pêş ketiye.

Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Efrînê li ser esasê xeta Rêberê Gelê Kurd bi pêş ketin. Çawa ku Rêberê Gelê Kurd li Rojava 20 salan xebitî, ev 20 sal in di zindana Îmraliyê de be jî, Rêbertiyê dike ji Şoreşa Rojava re. Ev rastî nîşan dide ku ji bo Rêbertiyên mezin dîwar, hesin nikarin bibin asteng. Li odeyekê, di girtîgeheke yekkesî de Rêbertiyê rê da ber gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê; ev yek jî rastiya Rêberê Gelê Kurd datîne holê.

Xisleta herî girîng a Rêberê Gelê Kurd ew e ku zehmetî û zorî çi dibin bila bibin, ew bipêşketinê diafirîne. Wê di şert û mercên herî zehmet de têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş xist. Li Îmraliyê di şert û mercên herî zehmet de têkoşîn bi pêş xist. Lewma jî ti zehmetî ji bo Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd nabe ku bibin bahane. Zor û zehmetî ji bo Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd sedemên têkoşînê ne. Ji ber ku li Kurdistanê heta ku mirov xwe li zor û zehmetiya ranegire, di nava zehmetiyan de tênekoşe, azadî û jiyana demokratîk nayê biserxistin. Heta hebûna Kurdan jî nikare bê parastin. Lewma qanûna azadiya Kurdan heye, ew jî berpirsiyariya ku di nava zehmetiyan de bi berdêldayînê têbikoşin.

Rêberê Gelê Kurd ev 20 sal in li dijî bêbextiyê têdikoşe. Yek roja bi tenê jî ji ber zor û zehmetiyan gazin nekirine. Wî bi gotina “Rewşa yên li derve ji rewşa ez tê de zehmettir e” berpirsiyariyên her kesî bi bîra wan xistin. Dema ku dibêje, rewşa yên li derve ji rewşa ez tê de xirabtir e, ew banga têkoşînê li her kesî dike. Lewma di serî de Bakurê Kurdistanê, berpirsiyariya bipêşxistina têkoşînê ya tevahiya gelê me di vê demê de heye ku em dikevin 20 saliya bêbextiyê. Divê sala 20´an a hêsîrtiyê ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd veguhere sala têkoşînê. Ji ber ku her roja dibihure, çêtir tê fêmkirin ku hêsîrtiya Rêberê Gelê Kurd, hêsîrtiya gelê Kurd e.

Zext çi dibin bila bibin, gelê Kurd li her deverî dikare têkoşînê xurt bike. Têkoşîna xwe disipêre bi dehan salan û berdêlên giran ên dayî vê yekê ferz dikin. Berdêl bîla sedem nehatine dayîn; her berdêlê dildarî û pîvanên azadiyê bilindtir kirin. Lewma di sala 20´an a bêbextiyê de gelê Kurd divê têkoşînê xurttir bike û di şexsê azadiya Rêber Apo de azadiya xwe misoger bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA