Şahidê zindî behsa kuştina bêdaraz kir

Şahidê zindî behsa kuştina bêdaraz kir

Erhan Şenyûva yê pêr bi îdîaya kiryarê êrîşa çekdarî ya li Çewlikê ye ku 2 polîs hatin kuştin hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya "alîkarîdayîna rêxistinê" hat girtin. Şenyûva ku şahidê zindî yê bûyera kuştina 4 kesên li navçeya Darahênê ye, di dema bûyerê de reviyabû.

Li Çewlikê di şeva 9'ê Cotmehê de piştî êrîşa çekdarî ya li navenda bajêr ku 2 amîrên polîsan jiyana xwe ji dest dan, li ser Pira Darahênê wesayîtek ku HPG'yî tê de bû bi îdîaya kiryarên êrîşê ne hatibû gulereşandin û 2 jê HPG'yî 4 kes bêpirs û daraz hatibûn qetilkirin. Piştî bûyerê hatibû ragihandin ku Erhan Şenyûva jî di nava yên jiyana xwe ji dest dane de cih digire, lê malbatê nekarî cenazeyê nîşanî wan hat dayîn teşhîs bike. Şenyûva yê ji hingî ve aqûbeta wî dihat meraqkirin, pêr ji aliyê polîsên taybet ve li navenda Çewlikê li malekê hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta şaxê têkoşîna li dijî terorê.

Şenyûva li vê derê bi qasî rojekê hat lêpirsîn, danê êvarê jî radestî Dozgeriya Komarê ya Çewlikê hat kirin. Li dû wergirtina îfadeya li dozgeriyê Şenyûva bi daxwaza girtinê bi şev radestî dadgeha nobedar hat kirin.

Şenyûva di îfadeya xwe ya li dadgeha heta serê sibê dewam kir de, weke şahidê zindî yê bûyera qetilkirina 4 kesên li Darahênê, înfaz raxist pêş çavan.

Şenyûva ragihand ku wesayîta wan li ber devê pirê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye sekinandin, nasnameya wan hatiye xwestin û wî jî nasnameya xwe derxistiye û daye. Şenyûva diyar kir ku pirsa 'yên di wesayîtê de kî ne' ji wî hatiye kirin wî jî gotiye 'karker' in. Şenyûva anî ziman ku li ser vê yekê nasnameya wan jî hatiye xwestin û leşkeran piştî fêm kiriye yê di wesayîtê de HPG'yî ye, gule li wesayîtê reşandine. Şenyûva da zanîn ku di dema gulereşandinê de ew li derveyî wesayîtê bû û di dema bûyerê de ji herêmê reviya ye.

Şenyûva ragihand ku ji ber di dema gulereşandinê de nasnameya wî li cem polîs û leşkeran bû, gotine qey ew jî di bûyerê de miriye, lewma ji malbata wî hatiye xwestin ku cenaze teşhîs bike. Şenyûva da zanîn ku ji ber tirsa bûyera bi serê wî de hat wî bi rojan xwe veşartiye û Şenyûva bi îdîaya "alîkarîdayîna rêxistinê" hat girtin û li Girtîgeha Çewlikê hat bicihkirin.

Bi îfadeya Şenyûva re piştrast bû ku ti eleqeya înfazê bi kuştina polîsan re nîne.