Di nav de muxtar 7 kes li Hema û Humsê hatin kuştin
Di çarçoveya berdewamkirina binpêkirinên ku komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋê pêk tîne de, di nav de muxtar 7 kes li gundewarên Hema û Humsê hatin kuştin.
Di çarçoveya berdewamkirina binpêkirinên ku komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋê pêk tîne de, di nav de muxtar 7 kes li gundewarên Hema û Humsê hatin kuştin.
Li gundên Ceiferiyat û Ekarî yên gundewarê Tilkelexê yê rojavayê Humsê, duh komên çekdar ên rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) gelek binpêkirin pêk anîne, di encamê de muxtar gundê Ceiferiyat û kurê xwe û ciwanekî din hatin kuştin.
Tê gotin endamên ji rêveberiya HTŞˋ'ê ji muxtar gundê xwestiye ku di karên lêgerîna li malan de hazir bibe.
Girêdayî mijarê, komeke çekdar a rêveberiya HTŞˋê gule li şêniyên gundê Ekarî yê gundewarê Tilkelexê yê rojavayê Humsê barandine, di encamê de 2 ciwan birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê, yek ji wan ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xirbet El Tîn ê rojavayê Humsê jî komên çekdar ên rêveberiya HTŞ'ˋê hemleyeke leşkerî da destpêkirin û kiryarên mezin li dijî şêniyan pêk anîn. Di encamê de ciwanê ku fermanên wan qebûl nekiriye hat kuştin û 2 ciwan jî bi giranî birîndar bûn.
Her wiha li heman gundî 11 kes hatin girtin û aqûbeta wan ne diyar e. Di hemleyê de mal hatin talankirin û zêr û pere hatin dîzin.
Komên çekdar ên rêveberiya HTŞˋ'ê bi malên li gundê Til Sînan ê gundewarê Selemiyê yê Hemayê de girtin. Li nêzî gundê Denîn ê girêdayî Selemiyê jî cenazeyên 2 birayên ku endamên HTŞ'ˋê bi ser malên wan de girtine, hatin dîtin.
Di serdegirtinê de malên her du ciwanan de pere û zêr, tablo û cîhaza enerjiya tavê, ekrana televîzyon û 2 erebe hatin dîzin.