Hejmara kesên li herêma Herekolê hatin binçavkirin derket 29’an

Di operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a li herêma Herekolê de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 29’an û li ser dosyayên wan biryara nepenîtiyê hat dayîn.

Artêşa Tirk li ser Çiyayê Çemêkarê yê herêma Herekolê ya gundê Berwarî ya Sêrtê operasyonek da destpêkirin. 

Di operasyonê de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin û wan birin qereqolên cendirme yên Sêrt û navçeyên Misircê, Hawêl, Berwarî, Tilloyê.

Ji bo hevdîtina parêzeran 24 saetan qedexe hat ragihandin û li ser dosyayên kesên hatin binçavkirin biryara nepenîtiyê hat dayîn. Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.