Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn çareseriyê tîne

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di serdana xwe ya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî tecrîd û polîtîkayên şer ên li Îmraliyê da û diyar kir ku çareserî bi têkoşînê pêkan e.

NOBETA EDALETÊ

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, li Mêrsîna ku hin rêze serdanan bike, çû serdana Nobeda Edaletê ya Mêrsînê ku 115 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Bajêr Perîhan Koca û Alî Bozan û endamên partiyê jî li gel Hatîmogûllariyê di serdanê de cih girtin.

Dayika Aştiyê Meryem Erbey li ser navê çalakvanên nobetê spasiya Tulay Hatîmogullari kir û bang li hemû kesan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin.

Meryem Erbey destnîşan kir ku rêya aştiya li welat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkan e û diyar kir ku heta azadiya Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan bidomin.

'EM Ê BI HEV RE JIYANA HEVPAR AVA BIKIN'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari wiha got:

"Em di wê baweriyê de ne ku Nobeta Edaletê dê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd veke. Her wiha em wisa difikirin ku dê deriyên çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn veke. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên kevnar hene. Yek pirsgirêka Kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye. Çareserkirina her du pirsgirêkan ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Weke paradîgmaya ku jiyana hevpar diparêze, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd li vî welatî wê jiyana hevpar hîn xurtir bike û her kes li ser esasê mafên hemwelatîbûna wekhev bi zimanê xwe nêrînên xwe bîne ziman.

Hûn amadekariyên şer dizanin. Gelek nûnerên hikûmetê, bi taybetî Wezîrê Derve li Iraqê civînên şer li dar dixin. Her wiha ji bo rê li ber şer û pevçûnan vekin bi gelek welatan re danûstandinan dikin. Weke Newroza 2013’an îsal jî di Newroza 2024’an de hemû gelan, di serî de gelê Kurd, daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Lê mixabin ev hikûmet bi civînên şer bersiva me dide. Me duh dev ji daxwaza aştiyê, daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna mafên gelên bindest û mêtinger ên li vî welatî berneda, îro jî dest ji doza aştiyê bernedin.

Careke din ez vê têkoşîna bi rûmet a we dayikên me yên hêja û jinên delal silav dikim. Û helbet wê aştî were van xakan.”

MÊRDÎN

Dayikên Stewrê, Artûklû û Kerboranê Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 78’emîn de berdewam kirin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xwestin. Di Nobeda Edaletê ya ji aliyê bi dehan dayikan ve tê lidarxistin, stranên berxwedanê hatin gotin û dua hatin xwendin. Di Nobeda Edaletê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Zindanan" hatin berzkirin.

Dayika Garîbe Gezer a hatî qetilkirin Halîme Gezer ku beşdarî Nobeta Edaletê bû diyar kir ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan, azadî û berxwedana gelê Kurd û bindestan nobedê digirin.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) re hatiye destpêkirin di roja 46’emîn de ye. Di çalakiya nobedê ya li Nûnertiya DEM Partiyê ya Taxa Çîmentepe de, berdilkên bi nivîsên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Girtiyên nexweş bila bên berdan" bi Kurdî û Tirkî hatin lixwekirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin

Di çalakiyê de bertek nîşanî binçavkirina Hatîce Yildiz a 75 salî ya ku ji bo keça xwe ya di girtîgehê de û hevjîna keça xwe ya li girtîgehê pere şandibû, li ser pankartê hat girtin.

Çalakiya nobetê bi stranên ji bo girtiyan hatin gotin bi dawî bû.

STENBOL

Çalakiya li avahiya Rêxistina navçeya Sultangazî ya DEM Partiyê ya Stenbolê di roja 105’emîn de berdewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên spî yên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Rêxistina Elewiyên Demokratîk (DAD) û Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya DEM Partiyê çûn serdana çalakiyê û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

AMED

Çalakiya li Amedê di roja 112’emîn de berdewam kir. Di çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rêzanê de, xizmên girtiyan bi berdilkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" cihê xwe girtin.

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq, edalet" bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, li avahiya DBP'ê  di roja xwe ya 53'yemîn de dewam kir. Namzeta Şaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, Rêxistinên Herêmî yên DEM Partriyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê hatin ziyaretkirin.

Di çalakiya nobedê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.