MOP'ê Newroza gelê Kurd pîroz kir

Partiya Azadiya Mezopotamyayê, li ser navê gelên Asûrî, Asûrî û Keldanî Newroza gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ew coşa Newrozê parve dikin.

 PEYAMA NEWROZÊ YA MOP'Ê

Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) li ser navê gelên Asûrî/Suryanî/Kildaniyan bi peyamekê Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Bi derketina PKK’ê re agirê Newrozê di şexsê Mazlûm Dogan de veguherî agirê şoreşgerî û dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Ger îro bi milyonan mirov li ber xwe bidin û ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê diqîrin ev bi saya berxwedana Zindana Amedê ye.

Di vê roja dîrokî de em Cejna Newrozê li gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, hemû saziyên siyasî û leşkerî yên girêdayî pêkhateya bîrdozî ya PKK’ê û şehîdên azadiyê bi coş û kelecaneke hevrêtiyê pîroz dikin.

Em êrîşên dewleta Tirk, hevkarên wê yên Kurd û rejîmên faşîst ên olî yên li dijî gelê Kurd û gelên din şermezar û lanet dikin.

Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe sedema azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û azadiya girtiyên demokrasiyê yên li girtîgehan.

Newroz yekîtiya bihar, agir, azadî, wekhevî, demokrasî û demokrasiya civakî ya gelan e.

Em bang li her kesê ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn û alîgirên demokrasiyê ne, ji bo ku di hilbijartinên meha Adarê de li Tirkiye û Kurdistanê bên lidarxistin zilma dewlet û hikûmeta Tirk a faşîst ji holê rabike û li şûna wê demokrasiyê bi cih bîne, dengê xwe bidin DEM Partiyê. Bijî Newroz! Bimre dewleta Tirk a dagirker!”