Çalakvanên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe!

Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd"  li gelek bajaran hatine destpêkirin, didomin.

NOBETA EDALETÊ

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê ve hatiye destpêkirin di roja 100’an de berdewam dike. Ji taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome.

Di serdanê de Aslihan Tîmur axivî û wiha got: “Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bi taybet birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Heta ev tecrîd bi dawî bibe em ê nobeta xwe bidomînin. Em dayik dixwazin maseyek bê danîn û muzakere dest pê bikin. Em ê sibe bi cil û bergên xwe yên neteweyî dengê xwe li qada Newrozê bilind bikin.”

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ku bi şîara "Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd" hat destpêkirin, li Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) di roja 103'an de berdewam dike. Nobeta ku Meclîsa Dayikên Aştiyê jî beşdar bû, gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin de li ber erbanê kilam hatin gotin.

MÊRDÎN

Dayikên Aştiyê yên ji Artûklûyê û xizmên girtiyan Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP'ê ya tê lidarxistin dewr girtin. Îro endamên Komeleya 78’an û gelek welatî çûn serdana Nobeta Edaletê û piştgirî dan. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ku di nobetê de amadekariyên xwe yên Newrozê berdewam kirin û Komkujiya Helebceyê jî şermezar kirin.

Parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim Nobeta Edaletê ziyaret kir û got, “Zilm li gelê Kurd, li ser mafên gelê Kurd, li ser jiyana gelê Kurd kirin. Ji ber vê yekê dema em îro li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, zextên li girtîgehan, qeyûmên ku li ser vîna gelê Kurd hatine tayînkirin dinêrin, em dibînin ku ev hemû encamên zîhniyeta înkar û îmhayê ne. Nobeta edaletê ya ku îro dayikên me didomînin, parçeyek ji têkoşîna mezin a ji bo azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di sedsala 21’an de gelê Kurd wê azadiya xwe bi dest bixe, azadiya Rêberê xwe bi dest bixe û bi çareseriya demokratîk jiyana xwe ji nû ve ava bike.”

AMED

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Amedê di roja 103’yan de didome. Beşdarên çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rêzan berdilkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di nobetê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Xizmên girtiyan xwestin dengê girtiyên li girtîgehan bê bihîstin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Çalakiya nobetê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, li avahiya DBP'ê di roja 45'an de dewam kir. Nobeta ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê yên Êlihê Zeynep Oduncu, Mehmet Ruştu Tiryakî, Namzeta Hevşaredariya Êlihê ya DEM'ê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve hat ziyaretkirin. Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zîndanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatiye destpêkirin di roja 41’an de ye. Di çalakiya nobetê ya li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bûcayê de, xizmên girtiyan timî dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Çalakiya nobetê bi dirûşmeyan bi dawî bû.