Konferansa li Amedê didome

Rûniştina bi sernavê "Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" ku ji aliyê ÎHD'a Amedê ve hat lidarxistin, didome.

KONFERANSA ÎHD’Ê

Konferansa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rûniştina duyemîn ya bi navê "Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" berdewam kir. Moderatoriya rûniştinê Selahattîn Esmer kir û Doç. Dr. Arzu Yilmaz û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Di rûniştinê de ewilî Yilmaz mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser netewe dewlet û nêrîna dewleta desthilatdar û destnîşan kir ku ji bo pergala aştiyê bi kar bê divê tevahî aktorên Kurdan bigire nava xwe.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, got: “Guherîna vê pergalê rast e rast girêdayî pirsgirêka Kurdan hate guhertin.” 
 
Çandar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê niha xeyalên vala neyên dîtin û anî ziman ku gotina “Bila tecrîd rabe û bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyan bê kirin” tê gotin lê hawîrdoreke demokratîk hêj nehatiye avakirin. Çandar, nameya Rêberê PKK’ê Ocalan a di Newroza 2013’an de li Amedê hate xwendin weke “pir xurt” nirxand, diyar kir ku heke vegerin ser fikra sereke ya nameya Abdullah Ocalan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe. 
 
Beşa rûniştinê bi pirsîna pirs û bersivan bi dawî bû.