Endamên DEM Partiyê yên ku belavok belav dikirin hatin binçavkirin

Li Kadikoya Stenbolê di nav de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yê Kadikoyê jî hebûn gelek kes hatin binçavkirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê xwest li Kadikoyê bangewaziya Newroza 2024’an bikin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Beriya belavkirina belavokan avahiya DEM Partî ya Kadikoyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di nav de namzetên hevşaredariyê yên Kadikoyê Nîmet Çelebî û Veysel Eskî jî hebûn gelek kes hatin binçavkirin.

Di belavokên hatin belavkirin de, wate û girîngiya Newrozê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hate destnîşankirin. Girseya ku xwest daxuyaniyê bixwînin û bimeşin li ber Operaya Sureyyayê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan îdia kir ku xwendina daxuyaniyê hatiye qedexekirin. Polîsên tirk ji ber navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniyê de derbas bû, bêzar bûn. Endamên DEM Partiyê ji  gotin ku der barê daxuyaniyê de ti biryara qedexekirinê nîne. Li ser vê yekê polîsan girseya ku belavok belav dikirin asteng kirin.

Midûrê polîsan got, “Rawestin, em ê ji dozgeriyê biryarê bistînin” û endamên DEM Partiyê dorpêçê kirin. Polîsan wesayîteke binçavkirinê anîn herêmê ê gelek kesên ku beşdarî belavkirina belavokan bûn hatin binçavkirin.