Emîne Şenyaşar bi daxwaza 'Edaletê' dîsa dest bi çalakiyê kir

Emîne Şenyaşar a ku hevserê wê û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji bo kurê wê yê girtî bê berdan careke din li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dest bi çalakiyê kir.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar bi awayekî hovane hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de bi birîndarî xelas bibû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn, di roja 51’an de didome.

Emîne Şenyaşar li ser kursiya biteker tevî kurê xwe Ferît bi dowîza “Edalet” heta ber Wezareta Dadê meşiyan. Emîne Şenyaşar li ber li ber wezaretê bi zêmaran daxwaza edaletê kir.

Şenyaşar got ku kurê wê Fadil Şenyaşar bi neheqî hatiye girtin û xwest kurê wê bê berdan.