Li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê êşkence li girtiyan kirin

Girtiyê siyasî Vefa Yilmaz ê ku di hucreya tecrîdê ya 3 kesan a li Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê de tê ragirtin, bi telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku gardiyanên bi ser hucreya wan de girtine û êşkence li wan kirine.

Di van demên dawî de êşkenceya li ser girtiyên li Girtîgeha Samsûnê ragirtin zêde bûye. Girtiyê siyasî Vefa Yilmaz ê ku di hucreya tecrîdê ya 3 kesan a Tîpa S a Kavakê de tê ragirtin, bi rêya telefonê bi dayika xwe re de axivî, diyar kir ku gardiyanên bi ser hucreya wan de girtine û êşkence li wan kirine

Yilmaz mehek berê ji girtîgeha Rîze Kalkandereyê ku yek ji girtîgehên di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ de grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger lê hatibû destpêkirin bû, bi lez û bez sirgûnî Tîpa S ya Samsûn Kavak hatibû kirin.

Yilmaz ê ku piştî sirgûnî girtîgehê bû rastî lêgerîna tazî hat, ji ber ku ev pêkanînên dijmirovahî qebûl nekirêşkencelê kiribûn.

Yilmaz îro di axaftina xwe ya telefonê ya bi dayika xwe re diyar kir ku gardiyanên ku bi ser hucreyê de girtin êşkence li wan kirine..

Di 4'ê Adarê de jî Firat Darî, li heman girtîgehê tê ragirtin bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû ku bi tundiya gardiyanan re rû bi rû mane.

Her wiha di 5’ê Adarê de girtiyê bi navê Vedat Hesas ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa S a Samsûn Kavakê di peywendiyeke telefonî de bi malbata xwe re ragihandibû ku li girtîgehê êşkence li wan hatiye kirin.