'Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes dakevin kolanan'

Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Bi beşdariya bi dehan endamên akademiyê, saziyên sivîl û meclisan li bajarokê Xenamiyê ji aliyê endamê akademiyê Fadî Hesen ve daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê ya li dijî şexsa Rêber Abdullah Ocalan, beşek ji komploya navneteweyî ya li dijî şoreşa gelan e û tevahî gel banga bidawîkirina tecrîdê dikin û ya herî zêde fikaran çêdike erdheja vê dawî li nêzî girevê çêbûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tiştê ku me ditirsîne ew e ku herêma ku Rêber Abdullah Ocalan tê de ye herêma erdhejan e. Ku herî dawî di 23'yê vê Sibatê de erdhejek li nêzî wê deverê qewimî."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li azadîxwazên cîhanê hat kirin ku dakevin qadan û bi hemû rêbazan tê bikoşin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin. Her wiha DMMEˊyê û CPTˊyê berpirsê vê yekê ne.