NÛ BÛ

Rûsyayê PYD vexwend Moskowayê

Rûsyayê heyetek ji PYD'ê vexwend Moskowayê. Li ser navê Rêveberiya Xweser jî wê Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim tevlî hevdîtinê bibe.

Li gorî agahiyan, Rûsyayê 3 kes ji PYD'ê vexwendiye Moskowayê. Rêveberên PYD'ê wê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnên.

Li ser navê PYD'ê Hevseroka Giştî Asya Abdullah û nûnerê partiyê yê Fransayê Xalid Îsa hatin vexwendin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî wê Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim tevlî hevdîtinê bibe.

Heyeta Rojava wê 27'ê Çileyê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnê.