Rûsyayê ji bo destwerdana leşkerî 'delîlên ewle' xwest
Rûsyayê ji bo destwerdana leşkerî 'delîlên ewle' xwest
Rûsyayê ji bo destwerdana leşkerî 'delîlên ewle' xwest
Rûsya ku bi agahiyên dewletên Rojavayî yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma Sûriyê ve ne bawer e, careke din bang li Rojavayiyan kir ku "delîlên ewle" pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin ku eger berpirsyariya Şamê bê îspatkirin, ewê destwerdaneke leşkerî qebûl bikin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona yekemîn a Rûsyayê û ajansa nûçeyan a Associated Press'ê de got, "Ez vê vebijarkê (destwerdana leşkerî) red nakim lê dixwazim bala we bikşînin ser vê şerta pîvanî: Li gorî huqûqa navneteweyî ya di meriyetê de ye, erka destûrdayîna bikaranîna hêza çekdarî li dijî dewleteke serdest, bi tenê li gel Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî heye."
Pûtîn got, "Ji bo qanih bikin, divê xebateke hûr û kûr a li ser pirsgirêkê, delîlên zelal ên nîşan didin ka kê çeka kîmyewî bika aniye, kîjan çeka kîmyewî hatiye bikaranîn, pêşkêşî me bikin. Hingî wê demê em dikarin bi biryardar û bi awayekî cidî bikevin nava tevgerê."