Rûsya: Li Helebê şer rawestiya, tehliyeyê destpê kir

Sefîrê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vîtalî Çurkîn ragihand, şerê ku li herêmek teng a Helebê diqewimî rawestiyaye.

Çurkîn, da xuyakirin ku şerê li rojhilatê Helebê navbera hêzên rejîmê û komên bi piştgiriya Tirkiye û Erebîstana Siûdî tevdigerin, hatiye rawestandin û anî ziman ku komên navbihurî qadê diterikînin.

Vîtalî Çurkîn, li ber Konseya Ewlekariyê ya NY axivî û der bir ku hêzên rejîmê destûrê didin komên çeteyan û malbatên wan ku ji qadê derkevin. Çurkîn, têkîldarî karûbarên tehliyeyê jî agahî da û got ku, ev qadên ku wê çete derbas bibin li gorî xwesteka çeteyan tê diyarkirin û di nav van qadan de bajarê Îdlîbê jî heye.

Piraniya van komên çete yên li rojhilatê Helebê di qadeke teng de mabûn El Nusra ye ku navê Eniya Fetih el Şam li xwe kiriye. Ji bo tehliyekirina van ‘komên muxalîf’ di navbera Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de muzakereyên tehliyeyê pêk hatibû.