Rûsya keştiya şer dişîne Derya Spî

Rûsya keştiya şer dişîne Derya Spî

Di nava gotûbêjên destwerdana DYE li Sûriyê de, Rûsya keştiya şer a bi navê "Moskowa" dişîne Derya Spî.

Ajansa nûçeyan a Rûs Interfax, li gorî agahiyên ji çavkaniyekî leşkerên Rûs wergirt ragihand, ku keştiya bi fuzeyan wê li rojhilatê Derya Spî li nêzî peravên Sûriyeyê bicih bibe. Keştiya fuze wê tevlî hêzên deryayî yên Rûs ên li vê derê bibin û fermandariya wan bike.

Çavkaniyê leşkerî got, "ji ber sedema tê zanîn" keştî tê şandin û bal kişand ser zêdebûna hebûna DYE û destwerdaneke gengaz a leşkerî ya DYE li Sûriyê. 

Li Derya Spî 2 jê di nava 3 hefteyên dawî de hatin şandin, bi giştî 5 keştiyên şer ên DYE hene.