Rûsya ji bo veguhastina welatiyên xwe balafir şand Sûriyê
Rûsya ji bo veguhastina welatiyên xwe balafir şand Sûriyê
Rûsya ji bo veguhastina welatiyên xwe balafir şand Sûriyê
Hat hînbûn, Rûsyayê ji bo veguhastina welatiyên xwe yên li Sûriyê balafira rêwiyan şandiye.
Berdevka Wezareta Rewşên Lezgînî ya Rûsyayê Îrîna Rossîûs ji ajansa nûçeyan a Îtar-Tass re peyivî û ragihand ku ji bo anîna welatiyên Rûs ên li bajarê Lazkiye yê Sûriyê, balafireke rêwiyan hatiye şandin.
Rossîûs got, "Îro danê sibê balafireke bi tîpa ÎL-76 a rêwiyan ji bajarê Sûriyê Lazkiye re hat şandin. Balafir, dê Rûs û welatiyên Civata Dewletên Serbixwe yên dixwazin welêt biterikînin, bîne."
Hat ragihandin ku di balafirê de pisporê psîkolojîk jî hene ku eger pêwîstî pê hebe dê alîkariyê bidin rêwiyan.
Rûsyayê, bi zêdêbûna gengaziya destwerdanek li Sûriyê re, di dawiya meha bihurî de zêdeyî 100 welatiyên xwe yên li Sûriyê anî bû.