3'emîn rûniştina doza parêzerên parêzvaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikirin dê sibê li Kampusa Înfazê ya Ceza ya Sîlîvriyê pêkbê.
Li hemberî parêzerên parêzvaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikirin, di 22'ê mijdara 2011'an de operasyona bi navê "KCK'ê" pêkhatibû û di encama operasyonê de 50 parêzer hatibûn binçavkirin û ji wan 36 parêzer û Rojnameger Cengîz Kapmaz re 37 kes hatibûn girtin. Di rûniştina destpêkê ya ku di 16'ê tîrmehê de li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayan hate dîtin de 9 parêzer hatibûn berdan. Di rûniştina duwemîn de tu kes serbest nehatibû berdan. 3'emîn rûniştina 28 kesên girtî dê sibê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê pêkbê.
Parêzerên girtî bî îdîayên "Di navbera Îmralî û Qendîlê de qasidî kirin" û "Di komîsteya serokatiyê de cih girtin" tên darizandin. Di îdîanameya ji aliyê Dozgerê Komarê yê Stenbolê ve hate amadekirin û ji aliyê 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ve hate qebûlkirin de 46 parêzer, rojnemegerek û 3 xebatkarên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi îdîaya "Rêveberên rêxistinê û endamên rêxistinê ne" tên darizandin.
Navên parêzerên girtî tên darizandin wiha ne: Şaziye Onder, Davut Uzunkopru, Dogan Erbaş, Cemal Demîr, M. Sabir Taş, Emran Emekçî, Hatîce Korkut, Îbrahîm Bîlmez, Omer Guneş, F. Ozgur Erol, Cengîz Çîçek, M. Sanî Kizilkaya, Mustafa Eraslan, Asya Ulker, Mehdî Oztuzun, M. Denîz Buyuk, Mehmet Ayata, Serkan Akbaş, Muharrem Şahîn, Mehmet Bayraktar, Mîzgîn Irgat, Mensur Işîk, Şakîr Demîr, Sabahattîn Kaya, Bedrî Kuran, Servet Demîr û Fuat Coşacak.