Rûniştina doza siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar pêk hat
Doza ku siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar lê tê darizandin, îro dewam kir.
Doza ku siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar lê tê darizandin, îro dewam kir.
Rûniştina doza darizandina endamê Federasyona Êzidiyan siyasetmedar Hasan Dûtar li Hambûrgê dewam kir. Heyeta dadgehê, hin ji biryarên beriya niha li dijî siyasetmedarên Kurd hatibûn dayîn bibîr anî û îdîa kir, ku ya hatiye kirin sûc e. Parêzer Stephan Kûhn jî îtiraz kir. Parêzer Kûhn got, muwekîlê wî ti sûc nekiriye û xwest bê berdan.
Parlamenterê HDP'ê Alî Atalan rûniştina dozê şopand û da xuyakirin, ku paralelî Tirkiyeyê li Elmanyayê jî êrîş li siyasetmedarên Kurd tên kirin. Atalan di dewama axaftina xwe de got, "Ev dadgeh, dewama şerê AKP'ê yê li dijî gelê Kurd e, ku li Ewropayê tê meşandin. Ev dadgeh, ji Erdogan ne cuda ye." Atalan destnîşan kir, ku girtina Dûtar skandal e.
Rûniştina doza Hasan Dûtar wê di 25'ê Cotmehê de dewam bike.
Li girtîgehên Elmanyayê niha 12 siyasetmedarên Kurd girtî ne.