Rûniştina doza Demîrtaş hate kirin

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş ê ku niha girtiye, rûniştina doza wî hate kirin. Demîrtaş Leyla Guven silav kir a ku niha di greva birçîbûnê de ye. Dadgehê dosye şand ji Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Stenbolê ya 2’emîn re.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku niha di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de ye, bi îddîaya ku di sala 2015’an de ‘heqaret’ li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye, li Dadgeha Cezayê Asliyê ya Stenbolê ya 47’emîn rûniştina dozê hate kirin. Parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Alî Kenanoglû û Dilşad Canbaz û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) jî di rûniştinê de amade bûn. Demîrtaş bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

DADGER BERIYA RÛNIŞTINÊ BIRYARA XWE EŞKERE KIR

Dadgerê dozê beriya destpêkirina rûniştinê got ku ew ê biryara ‘nepeywirdariyê’ bide. Demîrtaş bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Demîrtaş di rûniştinê de Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven silav kir a ku ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

Yek ji parêzerê Demîrtaş Ercan Kanar xwest ku bila dadger xwe ji rûniştinê vekişîne.

GEF LI TEMAŞEVANÊN RÛNIŞTINÊ HATE XWARIN

Li eywana dadgehê dema ku sloganên ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ ‘Bijî Selo’ hate berzkirin, dadger Çelen got ‘Qey hûn dixwazin polîs werin vê derê û mexdûriyet pêk were?’ û gef xwar.

BIRYAR: PEYWIRA DOZÊ DIVÊ LI DADGEHA CEZAYÊ ÇAPEMENIYÊ BE

Dadger Çelen diyar kir ku gotinên Demîrtaşji ajansên nûçeyan hatine stendin û ji ber vê jî divê Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya 2’emîn li vê dozê binihêre.

TOGRÛL: EM Ê ÇOK DANEYNIN ERDÊ

Piştî bidawîbûna rûniştinê bi sedan kes bi sloganan ji Dadgeha Stenbolê derketin. Li pêşiya dadgehê parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl daxuyanî da. Togrûl got ku, “Em dibînin tifaqa AKP û MHP’ê li vî welatî saziyên darizandinê wekî ço bi ser kesên mûxalif dihejîne. Dixwazin HDP’ê derxînin derveyî siyasetê lê em diyar dikin ku, em ê çok daneynin erdê.”

Parêzer Firat Epozdemîr jî bal kişand ser vî tiştî ku dadgeh siyasî tevdigere û got ku, “Ji ber ku gel li Amedê piştgirî daye rêzdar Selahattîn Demîrtaş, ev tişt ji wan re bûye kêşe.”