Rûniştina doza Ayhan Bîlgen hat dîtin: Tehliye nebû
Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen piştî 7 mehan derket pêşberî dadger. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Bîlgen da.
Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen piştî 7 mehan derket pêşberî dadger. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Bîlgen da.
Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhen Bîlgen ku 7 meh in girtî tê darizandin. Yekemîn rûniştina doza Bîlgen li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ayhan bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û xwe parast. Heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Bîlgen da.
Hevseroka Giştî yê HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Altan Tan, Nîmettûllah Erdogmuş, Feleknas Ûca, Mahmût Togrûl û Bedran Ozturk di nav de rêveberên DBP, HDP'ê û gelek kes beşdarî rûniştina doza Bîlgen Bûn.
Beriya rûniştina dozê dest pê bike parêzerê Bîlgen Mehmet Emîn Aktar nerazîbûn nîşanî sînordariya parastina 3 parêzaran a ji bo muwekîlê xwe kir. Aktar wiha got; "Em daxwaz dikin ku darizandin bê sekinandin. Têkildarî destwerdanê darizandinek nayê kirin. Biryara rakirina destwerdanê girêdayî biryara demê pêş e. Ger ku darizandin pêk were pêwîst e ji bo Meclîsê nivîs were nivîsandin û daxwaz bê kirin ku fezleke were rakirin." Heyeta dadgehê hemû pêşniyarên hatine daxwaz kirin red kir.
Heyeta dadgehê bi îdiaya 'Dibe ku bireve' û 'windakirina delîlan' biryara berdewamiya girtina Bîlgen da. Heyeta dadgehê doz taloqî 6'ê Mijdarê kir.