RSF: Medyaya Tirk ji şer re xizmetê dike
RSF’ê li ser talîmata ‘nûçeyên sîparîş’ ku hikûmeta Tirk piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dayi, daxuyanî da û got, hikûmet hewl dide ku hemû nûçeyan kontrol bike.
RSF’ê li ser talîmata ‘nûçeyên sîparîş’ ku hikûmeta Tirk piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dayi, daxuyanî da û got, hikûmet hewl dide ku hemû nûçeyan kontrol bike.
Nûçegihanên Sînornenas (RSF) li ser lîsteya ‘’nûçeyên sîparîş’ ku dewleta Tirk piştî êrîşa dagirker a li ser Efrînê dayî destpêkirin, Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim dayî çapemeniyê, bi hewldana kontrolkirina hemû nûçeyan pênase kir.
RSF’ê lîsteya ‘nûçeya sîparşîs’ ya Bînalî Yildirm ya bi mebesta ku divê çapemeniya Tirk çawa êrîşên dagirkeriyê bibîne, dayî û ji ber parverkirinên medyaya sosyal binçavkirina rojnamevanan weke parçeyek ji sansûra li dijî azadiya çapemeniyê nirxand û şermezar kir.
RSF’ê banga Yildirim ya ji bo medyayê ya ‘’çavdêrîkirina li berjewendiyên millî’ weke hewldana ‘’ketina bi xizmeta şer û hikûmetê ya medyaya Tirk’ bi nav kir.
RSF’ê gotinên Yildrim ku di civîna 21’ê Çile de kirî, ya bi tevlêbûna 15 nûnerên saziyên medyayê pêkhatî û venexwendina ajansê biyanî û ajansên dî weke ‘nêçîra pîresêhran’ bi nav kir.
Piştî ku nîşeyên civînê ji hêla raya giştî ve hatin dîtin rayedarê RSF’ê Johann Bîhr ‘têkçûna pirrengiyê’ ya li Tirkiyê destnîşan kir.
Edîtorê Maseya Rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn a RSF’ê got, ‘’Ev pêla nû ya propagandayê, nêçîra pîresêhran a li bara dengên rexnegir û hema hema qet nekirina nîqaşa li ser vê tevgera leşkerî, asta têkçûna pirrengiya li Tirkiyê destnîşan dike.’’
Bîhr her wiha got hikûmeta Tirk ji kontrola jidiyayî ya li ser çapemeniyê ne kêfxweş e û hejijîna baweriya gel a li dijî rêvebriyê û zêdebûna rageşiya li welêt jî aniya ber çavan û hewl dide ku hemû nûçeyên ku medya çêdike bi temamî kontrol bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin di sê rojên dawî de ji ber sedema parvekirinên medyaya civakî ji 100 kesî zêdetir mirov hatine binçavkirin, di nav van de nûçegihan Nûrcan Baysal, Hayrî Demîr, Îskak Kararak, Seda Hurtaş jî hene û hate bibîrxistin piştî ku Erdogan rojnameya Afrîka ya ku Bakurê Qibrisê weşanê dike û ji tevgera dagirkerre ‘dagirker’ gotibû, hedef nîşan da, êrîş li ser hatiye kirin.
RSF’ê her wiha bi bîr xist ku kameravanê Ronahî TV Zekerya Şêxo li nêzî Raco ya Efrînê dema ku dîmenê şer tomar dikir di encama êrîşên artêşa Tirk de birîndar bûye.