Lûnqvîst da xuyakirin, ku rejîma li Tirkiyeyê li dijî rojnamevanan gelekî zêdegaviyê dike, hewl dide nêrînên cuda bêdeng bike û bi vê gotinê, nerazîbûn nîşanî sekinandina weşana Newroz TV da: "Şîrketa Eutelsatê, ku guh dide vê rejîmê, qenaleke televîzyonê ya ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê weşanê nake, digire. Di vir de pirsgirêkek heye."
EKOT: DI ENCAMA ZEXTÊN DEWLETA TIRK DE NEWROZ TV GIRTIN
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ekot de, ku ji aliyê Beşîr Kavak û Staffan Axelsson ve hat amadekirin, hat ragihandin ku di encama zextên dewleta Tirk de Newroz TV hatiye girtin.
Midûrê Giştî yê Newroz TV Farûk Nozhatzadeh ji radyoyê re axivî û anî ziman, ku beriya niha bi du rojan rayedarekî Eutelsatê bi rêya telefonê bi rengekî devkî ji wan re ragihandine ku wê qenal bê girtin û dûre bi rengekî nivîskî ev biryar ji wan re hatiye ragihandin.
NEWROZ TV: EM Ê BIRYARA GIRTINÊ BIBIN BER DESTÊ DADGEHÊ
Nozahatzadeh diyar kir, Newroz TV li gorî qanûn û pîvanên weşanê yên li Ewropayê weşana xwe dikir û destnîşan kir, ku ew ê vê biryara neadîl bibin ber destê dadgeha li Parîsê.
Di nûçeyê de her wiha hat ragihandin, ku rayedarên Eutelsatê bersiv nedane hewldanên Ekotê yên ji bo agahîgirtina li ser mijarê.
Di nûçeyeke organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê Joûrnalîsten de, girtina qenalên televîzyon û radyoyê bi zimanekî tund hat rexnekirin. Di nûçeyê de hat gotin, Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EJF) gihîştiye wê encamê ku ji ber zexta dewleta Tirk Eutelsatê qenalên Med Nûçe TV û Newroz TV girtiye. Hat destnîşankirin, ku EJF ji bo girtina qenalên Kurd şermezar bike, nameyek ji vê şîrketa weşanê re şandiye.
EJF: DIVÊ HURMET JI MAFÊ GELÊ KURD Ê GIRTINA AGAHIYAN RE BÊ NÎŞANDAN
Di daxuyaniya EJF de hat gotin, "Ji bo pirrengî were parastin û hurmet ji mafê gelê Kurd ê girtina agahiyan re bê nîşandan, me mesajek ji Midûrê Giştî yê Eutelsatê Rodophe Belmer re şand. Pêwîstî pê nîne ku em tevlî nêrîna siyasî ya li qenalê tê weşandin bibin, lê belê di nava civakeke demokratîk de mafê her kesî heye nêrînên xwe bilêv bike. Girîng e Eutelsat nebe hevparê sûcên rejîma Tirk ên li dijî medyayê dike."
BAKSÎ: BIRYARA EUTELSATÊ CIHÊ ŞERMÊ YE Û NE YA QEBÛLKIRINÊ YE
Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî jî ji Joûrnalîsten re axivî û got, "Helwesta Eutelsatê cihê şermê ye û ne ya qebûlkirinê ye. Alîkariyê dide lîderê despot ê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ku hewl dide rexneyên li dijî xwe û medyaya mûxalîf li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî bêdeng bike."
Duh jî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Swêd-Kurd, Federasyona Ermeniyan, Federasyona Elewiyan, Federasyona Asûrî-Suryaniyan, Federasyona Jinê ya Bethnahrîn, Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Civata Zerduşt a Kurdistanê, Enstîtuya Pomak, Enstîtuya Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî di nav de 51 rêxistinên civakî yên sivîl bang li hikûmta Swêdê kiribûn ku ji bo zextên dewleta Tirk ên li medya mûxalîf, girtina qenalên televîzyon û radyoyê şermezar bike, li nava Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava hewldanan.