Rojnamevan Mehmûd Onder hat veşartin
Kedkarê çapemeniya Kurd, Rojnamevan Mehmûd Onder 31'ê Çileya 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû, îro li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi merasîmekê hat veşartin.
Kedkarê çapemeniya Kurd, Rojnamevan Mehmûd Onder 31'ê Çileya 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû, îro li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi merasîmekê hat veşartin.
Ji bo Onder li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Kopenhagê merasîmek hat lidarxistin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Nûnerên saziyên Kurdan, xebatkarên çapemeniyê û gelek Kurdistanî tevlî merasimê bûn.
Di merasimê de, sînevîzyona ku qala jiyana Onder dike hat temaşekirin û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û got; "Onder ne tenê xebatkarê çapemeniyê bû. Welatparêzekî mezin yê Kurdistanê bû. Xeyala wî ya Kurdistanekî azad wê were pêkanîn."
WESİYETA WÎ: GİRÊDAYÎ TEKOŞÎNA KURDİSTANÊ BİMÎNİN
Keçên Onder yên bi navê Binevş, Zelal û Rûken di merasimê de diyarkirin ku beriya bavê wan wefat bike wesiyeta xwe wiha aniye ziman; "Dewleta Tirk qet efû nekin û girêdayî tekoşîna Kurdistanê bimînin."
Li ser navê xebatkarên çapemeniyê Rêşad Sorgûl axivî û diyar kir ku Mehmûd Onder ji bo çapemeniya Kurdî gelek ked daye.
Di merasimê de peyama KCK'ê, Hevserokê Partiya Gelan HDP'ê Selahattin Demirtaş, KNK û BDP'ê hat xwendin.
Herî dawî Serokê Yekitiya Îslamî a Kurdistanê Hafiz Turhallî jî axivî û diyar kir ku Mehmûd Onder mûcahîdekî yê zimanê Kurdî bû.
Piştî merasimê cenazeyê Onder li Kopenhagenê hat definkirin.